Ez di doza we ya cezayê de, weke Parêzerê Cezayê, li Essenê, li Herêma Ruhrê û seranserê Almanyayê li gel we me. Ez li pişta we me, ji bo mafên we têdikoşim, di rewşên ji we re dibin bar û dijwar de, maf û rûmeta we diparêzim .

Ez rayedar û Dazgeha Hiqûqê li Herêma Ruhrê ji nêzîk ve nas dikim. Taybetmendîyên wê ji aliyê min ve têne zanîn. Ez rêya herî kurt hildibijêrim.

Ez û hevkarên xwe, ji roja yekê ve hemû têkilî û pêwendîyên bi rayedarên weke polîs, dozgerî û heke hebe, dadgeha bi pirsgirêkê re mijûl dibe, werdigrin ser xwe û em texmînên xwe yên rasteqîn û li ser hîmên zanyarîyê, radigihînin we, bê ka gelo wê doza ji we çewa dom bike.

EM Bİ ÇARESERÎYAN DİHİZRİN

Ez di heman demê de alîkariya we dikim ku hûn li himberî polîs, dozgerî û dadgehê herî qenc tev bigerin û di doza me ya hevpar de bighêjin encamên herî baş. Ez misoger dikim ku ez bi saya perwerdeyên dumahîk di beşa xwe de, di radeyeke bilind de zana û kêrhatî me.

Agahîyên bîyografîk
Barış Gültekin, parêzerê pispor yê Hiqûqa Cezayê

Beşên Hiqûqî
Hiqûqa Cezayê, Hiqûqa Cezayên Çûnûhatinê, Binpêkirina Rêgezan

Ziman
Almanî, Îngilîzî, Tirkî

Gültekin Strafrecht Icon Strafrecht

DI HİQÛQA CEZAYÊ DE

  • Tawanên Çeteyan
  • Birin, anîn û xwedanbûna madeyên hişbir, bazirganîya navnetweyan ya kokaîn, Kanabîs, labaratûvar û mitbexên madeyên hişbir
  • Tawanên firotina çek û sîlehan
  • Tawanên bi mirinê dawî bûne, weke kuştin û qesda kuştinê
  • Şêlandin, gef-şantaj û bazirganîya mirovan
  • Hiqûqa Cezayê Ciwanan û Hiqûqa Cezayên Destdirêjîya Zayendî
  • Cezayên Dozên Bacê, weke Kolberîya Cixareyan[kirîn û firotina kaçax ya cixareyan]
  • Tawanên Sûcên Sîber[Sûcên li ser Înternetê]
  • Parztina dozen lêgerînên male, girtin, derxistin û bicîhanîna fermana girtinê [lêpirsîna devkî ya girtinê û îtîraza girtinê]
  • Di doza îtîraza li himberî paşvestendina biryara serbestberdena bimerc
  • Di doza bingehîn de
  • Dawekar/alîkarîya gorîyan
  • Ligelbûna şahidan, heke polîs gazî kiribe, tevî wan çûna cem polîsan, dozgerî an jî dadgehê
  • Amadekirina gilîname û daxwaznameya cezayê
Gültekin Strafrecht Icon Verkehrsstrafrecht

DI QİQÛQA CEZAYÊN ÇÛNÛHATİNÊ DE

  • Parztina di doza trimbêlajotina alkolvexwarî, ajotina di bin tesîra madeyên hişbir de
  • Ji îhmalê sedembûna kuştin û birîndarîya laş
  • Reva ji cîhê qezayê[ji cîhê bûyerê]
  • Berhevdana [beza] trimbêlan
  • Derxistina xeterîyan di Çûnûhatinê[tarfîkê] de
  • Ajotina bê bawernameya ajotinê/Qedexeya ajotinê
Gültekin Strafrecht Icon Ordnungswidrigkeit

BİNPÊKİRİNA RÊGEZAN/DOZA CEZAYÊN DİRAVÎ

  • Di rewşa derbaskirina leza destnîşankirî û derbasbûna di lambeya sor de
  • Di rewşa bikaranîna telefona destan di dema ajotinê de û pîvana dûrahîyê ji tirimbêla pêş
  • Parztina li himberî qedexeya ajotinê de
  • Ajotina hêj di dema ceribandinê de, semînerên pêşketî
  • Kêmkirina elametan [Punkteabbau]

Kundenbewertungen & Erfahrungen zu Baris Gültekin. Mehr Infos anzeigen.

Telefona parêzerê cezayê ji bo rewşa acîl

Baris Gültekin Notfalltelefon 

T 0152 29687217

Ji kerema xwe li gorî evan rêzikan tev bigerin: Di Hiqûqa Cezayê de rewşa acîl ev rewş e ku hûn bi girtinê, an lêgerîneke li mala we, li cîhê şuxlê we rûbirû bin an jî rewşeke wisa ku hebûna we divê bi şêweyeke acîl bête azadkirin. Di rewşeke wisa de tedbîr û midaxaleya parêzer pêwîst e. Di rewşeke wisa de nivîsgeha me telefonekê ji bo rewşa acîl dixe xizmeta we.

Di hemû rewşên dinê de, ji kerema xwe bi rêya telefona me ya nivîsgehê û di demên destnîşankirî de, bi nivîsgeha me re têkevên pêwendîyê. > Têkelî