Bi tawanbarîyeke ku cezayekî pêwîst dike, pirs, pirsa azadîya we ya takekesî ye. Li vê, bilez peydakirina parêzerekî/parêzereke di beşa Hiqûqa Cezayê de xwedîazmûn û tecrube, pêwîst e.

Em bi zanyarî û karîgerîyên xwe yên parêzerîyê, azmûn û tecrubeyên xwe yên bi dirêjahîya salan, di demên hûn dudilî, ne ewle û dilê we li tiştên dibin rûnanê, li gel we ne, di xizmeta we de ne. Em li himberî polîsan, dozgerî û dadgehan nûnertîya berjewendîyên we dikin. Hûn çendî bilez, me tevî Pêvajoya Cezayê bikin, ew çendî jî şansê paraztineke herî qenc zêde dibe.

Bi azmûn û tecrubeya bi dirêjahîya salan bawerî bînin:

  • Tawanên Çeteyan
  • Birin, anîn û xwedanbûna madeyên hişbir, bazirganîya navnetweyan ya kokaîn, Kanabîs, labaratûvar û mitbexên [kargehên]madeyên hişbir
  • Tawanên firotina çek û sîlehan
  • Tawanên bi mirinê dawî bûne, weke kuştin û qesda kuştinê
  • Şêlandin, gef-şantaj û bazirganîya mirovan
  • Hiqûqa Cezayê Ciwanan û Hiqûqa Cezayên Destdirêjîya Zayendî
  • Cezayên Dozên Bacê, weke Kolberî û kaçaxîya Cixareyan
  • Tawanên Sûcên Sîber[Sûcên li ser Înternetê]
  • Parztina dozen lêgerînên male, girtin, derxistin û bicîhanîna fermana girtinê [lêpirsîna devkî ya girtinê û îtîraza girtinê]
  • Di doza îtîraza li himberî paşvestendina biryara serbestberdena bimerc
  • Di doza bingehîn de
  • Bo kesên bi xwe dawekar/alîkarîya gorîyan
  • Ligelbûna şahidan, heke polîs gazî kiribe, li gel wan çûna cem polîsan, dozgerî an jî dadgehê
  • Gilîname û daxwaznameya cezayê

BARİS GÜLTEKİN

Parêzer û parêzerê pispor yê Hiqûqa Cezayê

Ji bo we li Essenê, li Devera Ruhrê û li seranserê
Almanyayê amade ye. Baştirîn paraztinê hilbijêrin.

„hêzdarê kar û şuxil, bêwestan, pêbawer, dilsoz, bi pîvanên hiqûqê girêdayî, sade û berî her tiştî serkeftî”

T 0201 27906040

bg@gueltekin-strafrecht.de

Kundenbewertungen & Erfahrungen zu Baris Gültekin. Mehr Infos anzeigen.